Li Mêrdînê otomobil û ereba bazirganî li hev ketin: 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn

Dîroka Weşanê :
Li Mêrdînê otomobil û ereba bazirganî li hev ketin: 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Midyadê otomobîlekî û ereba bazirganî li hev ketin û di encamê de 3 kes mirin û 2 kes birîndar bûn.

Qeza, ber destê êvarê li ser rêya Midyadê û Kerboranê qewimî. Li ser qezayê tîmên tenduristiyê, cendirme û polîs çûn ciyê bûyerê. Her sê kesên ku di qezayê de mirin, navên wan nehat zanîn lê birîndar A.T. (32) û S.A. (64) bi ambûlansê birin nexweşxana dewletê ya Midyadê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran başe.

Ji bo tesbîta nasnama miriyên di qezayê de bikin, cenazan birin morga nexweşxanê bo otopsiya wan bikin.