PeyamaKurd – Li herêma Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, du kolberên ku pismamên hev bûn, di nav berf û bagerê de asê man û can dan.
Bûyer roja 10ê Kanûna Pêşîna 2025an, li devera sînorî ya "Somay Biradost" a Ûrmiyê qewimî. Li gorî agahiyên Saziya Mafê Mirov a Hengawê, nasnameya van her du kolberan Masûm Ehmedî û Candar Ehmedî ye. Her du ciwanên ku xelkê gundê "Kuran" ê Ûrmiyê bûn, dema bar li pişta wan bû di nav berfê de asê man.
Li gorî çavkaniyên herêmî, di vê rêwîtiya dijwar de kolberekî sêyemîn jî bi wan re bûye. Ew kolber bi şens bûye û karîbûye xwe ji mirinê rizgar bike û vegere malê, lê mixabin Masûm û Candar di bin berfa dijwar de canê xwe ji dest dan.