PeyamaKurd – Meclîsa Nûneran a DYAyê pêşnûmeqanûnek pejirand ku cezayên giran ên li ser Sûriyeyê hatine sepandin, ku wekî "Qanûna Sezar" tê zanîn, radike.
Ev pêşnûmeqanûn, ku li gorî Qanûna Destûrdayîna Parastina Neteweyî ya Sala Darayî ya 2026an (NDAA) hate dengdan, bi 312 dengên erê û 112 dengên li dijî, bi piştgiriya hevbeş a Komarparêz û Demokratan hate pejirandin.
Piştî hilweşandina rejîma Beşar Esed li Sûriyeyê û destpêkirina serdemeke nû li welêt, rêveberiya Washingtonê gaveke girîng ber bi normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re avêt.
Pêşnûmeqanûna ku ji Meclîsa Nûneran derbas bû, niha dê ji Senatoyê re were şandin.
Piştî pejirandina Senatoyê, pêşnûmeqanûn wê ji bo îmzekirina wî ji Serokê DYAyê Donald Trump re were şandin da ku bibe qanûn.