PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Mehsertê (Ömerli) di encama li hev ketina du erebeyan de 3 kes mirin û 6 kes birîndar bûn. Her dû erebe di navbera Mehsertê û Qebala de li hev ketin.
Di qezayê de Mehmet Nur Fidan (51), Suna Fidan (42) û Gülbahar Fidan (18) wefat kirin û birîndar jî S.D. (45), S.D. (55), M.F. (20), M.N.F. (21) û A.F. (22) ne. Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa yekî ji wan di xeterê de ye.