Li Sirnexê polîsekî li avahya edliyê xwest xwe bikuje

Dîroka Weşanê :
Li Sirnexê polîsekî li avahya edliyê xwest xwe bikuje

PeyamaKurd – Polîsê bi navê İrfan Yalçın (34) roja Sêşemê bo ew û jina xwe hev berdin çûbû edliyê û li avahiya edliyê bi xwe bikuje demançê berî xwe dabû.

Yalçın, ji xelkê bajarê Çewlikê ji navça Solaxa ye (Solhan). Zewicandî û xwediyê 2 zaroka ye. Yalçın di 9ê mehê de diçe serdozgeriyê da îfade bide û di wê navberê de diçe destşoya edliyê û bi demança xwe, bera xwe dide.

Piştî birîndar dibe ew dibin nexweşxana dewletê ya Şirnexê. Yalçın îro an ku di 11ê meha Sermawezê de li nexweşxanê can da.