Jina xwe û hevlingê xwe kust û reviya

Dîroka Weşanê :
Jina xwe û hevlingê xwe kust û reviya

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) li navça Besniyê kesê bi navê A.S. jina xwe Selvi S. û hevlingê xwe Muharrem Arslan bi çekê kuşt û reviya.

Sedema bûyerê nehat zanîn lê li navça Besniye li gundê Aşağısarhanê kesê bi navê A.S. bi sedemekî nehatiye zanîn, di mala xwe de jina xwe Selvi S. (35) ku 4 zarokên wê hene û hevlingê xwe Muharrem Arslan (50) bi demançê kuşt û reviya.

Li ser agahdarkirina tîman, tîmên tenduristiyê û polîs çûn ciyê bûyerê lê dîtin ku her dû jî can dane. Cenazeyan birin moga nexweşxanê bi otopsiyê.

Polîs ketiye pey ew kesê kujer A.S. da ew desteser bike.