PeyamaKurd – Dewleta Pakistanê bi sedema hesabên li ser medya civakî yên ku bi rêxistinên mîlîtan re têkiliya wan hene, xwest ku li hemberê wan tedbîran bistînin. Hukumeta Pakistanê ragihand ku eger tedbîran nestînin wê di derbarê wan de tedbîrên yasayî birêve bibin.
Wezîrê dewletê yê Pakistanê yê ji karên navxwe û kontrola narkotîkê berpirs Talal Çaudhry, li payîtext Îslamabadê di civîna çapemeniyê de ragihand ku li ser platforma medya civakî Xê gelek hesab hene ku ji Afganistanê, Hindistanê û hinek ciyên din yên dinayayê destekê didin grûbên nerewa yên nav Pakistanê û mijarên naveroka wan tund belav dikin. Wezîr Çaudhry weha got:
“Pakistan niha di navbera grûbên terorîst û dinyayê de wekî dîwarekî kar dike lê heman grûb dikarin di pêşde welatên din tehdîd bikin. Me 19 hesaban tesbît kiriye ku ji Hindistanê mîlîtanan îdare dikin û ji Afganistanê weka van hesaban bi dehan hene û hetta hinek ji wan hesaban bi hukumeta Afgan re pêwendiyên wan hene.”
Chaudhry, got ku ew naxwazin platformên medyayê qedexe bikin lê eger şîrket bi hukumetê re hevkariyê nekin, wê hesaban qedexe bikin.
Wezîr got ku heya niha platforma Xê kêm cara hevkariya hukumeta Pakistanê kiriye lê WhatsApp, YouTube, Telegram û Facebook dest pêkirine ku hevkariyê dikin.
Pakistan ji kiryarên rêxistinên Belûciyan, Peştûyan û grûbên din yên di nav Pakistanê de Afganistanê û Hindistanê berpirs digre lewra niha behsa platformên medya civakî dike ku hesbên navborî goya ji her dû welatan tên îdarekirin.