Avusturya bo keçikên di bin 14 salan de, qedexa sergirtinê danî

Dîroka Weşanê :
Avusturya bo keçikên di bin 14 salan de, qedexa sergirtinê danî

PeyamaKurd – Hukumeta Avusturyayê li hev kir ku di dibistanên dewletê de û hem di dibistanan taybet de, qedexeya sergirtina keçên di bin 14 salan de deynin.

Di sala bê de, wê qedexe destpêbike û kesên li qedexeyê guhdarî nakin wê karibin heya 1000 Avro ceza lê bibirin.

Cemaeta Îslamî bertekê nîşanî biryarê da û got ku “siyaseta remziye li dijî zarokan û demorasiyê.”

Wezîra malbat, lihevkirin û hem wezîra Ewrûpayê Claudia Plakolm, piştî civîna encumena wezîran li ser sergirtina navborî daxwuyanî da.

Plakolm ragihand ku piştî munaqeşeyên dûr û dirêj gihane vê biryarê û biryar dê di sala bê de, bê bicîhanîn. Eger zarok û malbat li pey qedexê neçin, wê bi xwendevan û malbatê re biaxifin û eger li hev nekin wê ji 150 Avroyî heya 1000 Avroyî karibin ceza bidin dê û bavê zarokê.