PeyamaKurd – Rêvebera Giştî ya Navenda Hevahengî û Krîzan (JCC) a Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sirwe Resûlê ragihand ku li ser rênîşandan û fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, hemû saziyên pêwendîdar ji bo alîkariya welatiyên zirar dîtine ketine nava tevgerê.
Sirwe Resûlê di daxuyaniya xwe ya ji bo Kurdistan24ê de diyar kir ku Serokwezîr Barzanî erk daye hemû tîm û aliyên peywendîdar ên hikûmetê ku her tiştê pêwîst ji bo welatiyên lêqewimî û zirar dîtine, demildest bê kirin. Di vî çarçoveyê de, kelûpelên hewce hatine komkirin û bi rêya embarên fermî û dezgehên xêrxwaziyê ve ji bo mexdûran hatine dabînkirin.
Li aliyê din, Rêvebera Giştî ya Navenda Hevahengî û Krîzan bal kişand ser mijara qerebûkirina maddî û destnîşan kir ku li gorî Qanûna Budceyê, berpirsyariya qerebûkirina kesên ku di karesatan de zirar dîtine, dikeve ser milê Hikûmeta Federal a Iraqê.