Li Hesekê di dema têketina çekdarên Şamê de êrîş pêk hat; qedexeya derketina derve hat ragihandin

Dîroka Weşanê :
Li Hesekê di dema têketina çekdarên Şamê de êrîş pêk hat; qedexeya derketina derve hat ragihandin

PeyamaKurd – Fermandariya Giştî ya Asayîşa HTŞyê bi daxuyaniyeke fermî ragihand ku duh li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di dema cîbicîkirina peymana navbera Şam û HSDyê de, karwanê wan rastî êrîşê hatiye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev kiryar ji aliyê “şaneyên terorîst” ve bi mebesta afirandina kaosê hatiye kirin.

Asayîşê ragihand ku hêzên wan tavilê desttêwerdan kirine û piştî şerekî kurt, gelek endamên şaneyê hatine girtin.

Ji bo parastina jiyana sivîlan û kontrolkirina rewşê, li bajêr qedexeya derketina derve ya demkî hat ragihandin.

Di encama vê rûbirûbûnê de endamekî Asayîşê birîndar bûye, lê tu zirar negihîştiye sivîlan.

Fermandariya Asayîşê tekez kir ku tevî hewildanên sabotekirinê jî, ew ê erkên xwe yên di çarçoveya “peymana agirbest û entegrasyonê” de bi baldarî bidomînin da ku aramiya herêmê were parastin.