Li Silêmaniyê Peykerê Keziyê tê avakirin

Dîroka Weşanê :
Li Silêmaniyê Peykerê Keziyê tê avakirin

PeyamaKurd- Parêzgarê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir ragihand ku ew dê demeke nêzîk de li bajarê Silêmaniyê monûmenteke (peykerê bîrdarî) mezin di bin navê "Kezî" de were avakirin.

Dr. Heval Ebûbekir, îro 28ê Çileyê da xuyakirin, wekî parêzgeha Silêmaniyê ew bi hemû awayî piştgiriya pêşniyar û destpêşxeriya hunermend Dilşad Behadîn dikin. Armanca vê projeyê, avakirina bîrdariyeke bi navê "Monûmenta Kezî, Monûmenta Şikoyê" ye ku nîşana roja yekbûna neteweyî û serkeftina Kurdistanê dide.

Parêzgarê Silêmaniyê bal kişand ser bicihkirina projeyê û got: "Ev monûment dê li navenda bajarê Silêmaniyê were bilindkirin. Di demeke nêzîk de, piştî şêwira bi Serokatiya Şaredariyê, Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunera Silêmaniyê û bi beşdariya pisporan, em ê dest bi pêngavên kiryarî bikin."

Hêjayî gotinê ye, piştî êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê çekdarekî girêdayî hêzên Şamê, Keziya şervaneke Kurd a hatibû şehîdkirin, diyarî hevalên xwe kiribû û dîmena wê jî belav kiribû. Piştî vê kiryara qirêj, li Kurdistanê û hemû Cîhanê kampanyaya hûnandina keziyan dest pê kir û wekî ‘Keziyê Rûmetê’ deng veda.

Navlêkirina vê monûmentê wekî "Kezî" jî berteka li hemberî êrîşên li ser rûmeta jin û gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê nîşan dide û wekî peyamekê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê tê pênasekirin ku Silêmanî jî mîna Hewlêrê (ku heman navî li çarerêyekê dike) xwedî li sembolên neteweyî derdikeve.