Li Wanê karesata berfê: 22 mal hatin valakirin, kesek winda ye

Dîroka Weşanê :
Li Wanê karesata berfê: 22 mal hatin valakirin, kesek winda ye

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber barîna berfa zêde û ketina şepeyan (lavayan) karesatekê rû da. Di encamê de zirareke mezin gihîşt xaniyan, kesek birîndar bû û kesek jî winda bû.

Li gorî agahiyan, li taxa Bahçelîevler a navçeya Şaxê û Kolana Sultan a taxa Adnan Menderesê berf barî û şepe ketin. Di vê bûyerê de xaniyên welatiyên bi navê Fahrettîn Şavan û Sadun Şavan bi giranî zirar dîtin. Ji ber metirsiya berdewam a şepeyan, rayedaran biryara valakirina 22 xaniyan da. Malbatên ku malên wan hatine valakirin, bi demkî li wargehên dibistanan hatin bicihkirin.

Li taxa Bahçelîevlerê, ji ber şepeyê kesek birîndar bû û kesekî din jî winda bû. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên AFAD û saziyên din ber bi herêmê ve hatin şandin û xebatên dîtina kesê winda berdewam dikin.