PeyamaKurd- Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê bi hezaran kes ji bo piştevaniya Rojavayê Kurdistanê daketin kolanan û meşiyan û êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê protesto kirin.
Meşa Wanê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê ji bo şermezarkirina êrîşên hêzên Şamê yên li dijî Kurdên Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin.
Tevî sermaya zêde jî bi hezaran welatî meşiyan û piştgirî dan Rojavayê Kurdistanê.
Hêjayî gotinê ye, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, Başûr û diyasporayê ji bo rawestandina êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê çalakî bê navber berdewam dikin.