PeyamaKurd – Malbateke Kurd a Kobaniyê, ku ji ber şer û êrîşên dawî yên li herêmê reviyabûn, li Humsê ketin xefika qaçaxçî û komên çekdar.
Malbata Ebdullah Hebeş a ku ji hevjîn û çar zarokan pêk tê, piştî vekişîna HSDyê û êrîşên çekdarên Sûriyeyê ji gundê xwe yê bi navê Ewînî reviyabûn da ku xwe bigihînin Lubnanê.
Li gorî raporta Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, malbatê xwestiye ku bi alîkariya qaçaxçiyekî ji Helebê derbasî Lubnanê bibe. Lê belê, qaçaxçî li şûna ku wan bibe ser sînor, ew li bajarê Tilkelex ê parêzgeha Humsê radestî komeke çekdar kiriye.
Komên çekdar ji bo berdana malbatê daxwaza 35 hezar dolarên Amerîkî dikin. Ji bo zextê li xizmên malbatê bikin, çekdaran dîmenên îşkencekirina Ebdullah Hebeş û lêdana zarokên wî ji malbatê re şandine. Hat ragihandin ku çekdar ji bo neçarkirina malbatê, dîmenên li dijî rûmeta mirovahiyê jî wekî amûreke zextê bikar tînin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ev bûyer wekî "tawanekî li dijî mirovahiyê" pênase kir û bang li rêxistinên navdewletî û Neteweyên Yekbûyî kir ku bi lez destwerdanê bikin. Rêxistinê daxwaz kir ku zext li hikûmeta Sûriyeyê were kirin da ku malbat were azadkirin û tawanbarên ku li Tilkelexê vê karsaziya revandinê dikin, werin darizandin.