PeyamaKurd – Li bajarê Aydın a Tirkiyê, li navça Nazilliyê di tamîrxaneyekî otoyan de qeza îş çêbû. Dampêra kamyonê di wexta tamîrê de ket ser xwediyê tamîrxanê û xwediyê kamyonê. Her dû jî jiyana xwe ji dest dan û kurê xwediyê tamîrxanê jî birîndar bû.
Di wexta xwestin ku kamyonê tamîr bikin qeza çêbû, dema damper ket ser mirovan, xwediyê tamîrxanê Muhammet Gündüz (52) û xwediyê kamyonê Sinan Konakçı (26) di bin dampêra kamyonê de can dan û kurê xwediyê tamîrxanê Berke Gündüz (23) giran birîndar bû.
Qeza seet di 17.00an de çêbû û dema tîmên îtfaiyê çûn ciyê bûyerê, dampêrê rakirin û cesedan ji bin derxistin. Her dû cenazan bo otopsiyê birin morga tiba edlî ya zankoya Adnan Menderes ya Aydınê.
Berke Gündüz jî birin nexweşxana dewletê ya Nazilli lê rewşa wî baş nîne.