PeyamaKurd – Bi sedema hatina meha Remezanê ya pîroz, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Abdî, peyama pîrozbahiya Remezanê li xelkê Misilman kir. Abdî, di peyama xwe de weha got:
“Bi munasebeta hatina meha Remezanê, ez Remezana temamê Îslamê pîroz dikim û ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku meha Remezanê rehmet, hûzûr û aramiyê bîne.”
Di vê meha pîroz de şehîdan, birîndaran û malbatên wan bi rehmet û minnet bi bîr tînim.
Em banga xwe dubare dikin ku di navbera temamê Sûriyeyiyan de çanda pêkvejiyanê xwurt bikin, gotinên nefretê terk bikin. Vê meha pîroz ya Remezanê bibe wesîla kesên ji ser warên xwe rakirine, yên Serê Kaniyê, Efrîn û temamên herêmên din dagerin ser cîh û warên xwe.
Remezana we pîroz be û her salên we bi xêr û xweşiyê tije bin.”