PeyamaKurd – Li Tirkiyê, li bajarê Kocaeli, li navça Gebze, li rawestgeha trênê jin û mêrê ku li ber hev berdanê bûn, mêr bi çekê li jina xwe ya bi navê Aylin Polat Dağ (55) xist û jinik li ciyê rûdanê giran birîndar bû.
Di destpêka bûyerê de, di navbera jin û mêr de munaqeşe çêdibe û zilamê bi navê Erdal Dağ bi sîliha xwe li jina xwe dixe.
Piştî çûna tîmên tenduristiyê û polîsan bo ciyê bûyerê, birîndara giran Aylin Polat Dağ, bi ambûlansê dibin nexweşxana dewletê ya bi navê Fatih û li nexweşxanê can da.
Polîs gumanbar Erdal Dağ xist bin çav. Hat ragihandin ku berya bûyerê, dadgehê biryara dûrkirina Erdla Dağ ji malê dabû.