Kamboçya bi sedema li ser online kesan xapandine, 48 hezar biyaniyan dersînor kir

Dîroka Weşanê :
Kamboçya bi sedema li ser online kesan xapandine, 48 hezar biyaniyan dersînor kir

PeyamaKurd – Hukumeta Kamboçyayê bi sedema li ser înternet û online xelkê xapandine, perê xelkê sitendine û li serê xelkê hîleyan kirine, ji 48 hezarî zêdetir biyaniyên li Kamboçyayê, dersînor kir. 210 hezar biyanî jî bi dilê xwe terka Kamboçyayê kirin.

Li gor xebera ajansa Kamboçyayê ya Agence Kampuchea Presse'nin (AKP)ê; cîgirê serokwezîrê Kamboçyayê û wezîrê karên hundir Sar Sokha, li ser kiryarên navborî daxwuyanî da.

Sar Sokha, ragihand ku li ser xapandin, hîle û dalavereyên di rêya înternetê û online de ku kirine, ji 48 hezarî zêdetir biryaniyan derxistine derveyê sînor.

Li gor raporên rêxistinên mafên mirovan, li seranserê Myanmar, Laos û Kamboçya 300 hezar kes di navendên xapandinê de tên xebitandin. Ji wan 120 hezar li Myanmarê û 100 hezar jî li Kamboçyayê ne.