PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Muğlayê bi sedema baran zêde bariya, asta ava Gola Köyceğiz 60 cm bilind bû. Avê avêt nava kargehan û xaniyan. Bi taybetî bodromên xaniyan di bin avê de man.
Bilindbûna asta avê her weha li ser rêya Hamidiye zerarê da sera, baxçên narenciye, xanî û erebeyan.
Ava Gol a Köyceğizê ji newalên Namnam, Yuvarlakçay û Kargıcakê diherikin nava golê û avên newalan kirin ku asta ava golê 60 cm bilind bibe.
Tîmên îtfaiyê dixebitin ku ava nava xaniyan bi taybetî ya bodromên xaniyan vala bikin.