PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 11ê Sibatê Çarşemê pêşwaziya Balyozê Kuweytê yê Iraqê Hesen Mihemed El-Zeman kir.
Barzanî û Zeman, bal kişandin ser pêdiviya pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Kuweytê de.
Di hevdîtinü ku Konsulê Giştî yê Kuweytê li Herêma Kurdistanê Osman El-Dawid jî tevlî wê bû de, Balyozê Kuweytê silavên Mîr û Cînişînê Kuweytê gihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û tekezî li ser girîngiya xurtkirina têkiliyên dualî di warên cuda cuda de kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî bal kişand ser pêdiviya pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Kuweytê de û xwesteka Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera her du welatan de anî ziman.
Di civînê de rewşa giştî ya Iraqê û bizav û danûstandinên ji bo hilbijartina Serokomarê Iraqê û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê jî hatin axaftin.