Mesrûr Barzanî û Şêx Seyf bin Zayid civiyan

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî û Şêx Seyf bin Zayid civiyan

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 3yê Sibata 2026an li Dubaiyê, li kêleka “Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan”, bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Navxwe yê Îmaratê Şêx Seyf bin Zayid Al Nehyan re civiya.

Di hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser xurtkirina “peywendiyên dostane û taybet ên navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê” di hemû waran de kirin.

Barzanî û Al Nehyan li ser bipêşxistina hevkariyên dualî bi awayekî ku xizmeta “berjewendiyên her du gelan” bike, li hev kirin. Her wiha, guhertinên siyasî yên li Iraqê û bandora wan a li ser “asayîş û aramiya herêmî” mijarên sereke yên danûstandina bîr û ramanên her du rêveberan bûn.