PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 12ê Rêbendanê, li paytext Hewlêrê pêşwazî li şandeya Klûba Amedsporê ya bi serokatiya Nahit Eren kir.
Di hevdîtinê de, Serokê Amedsporê Nahit Eren derbarê çalakî, serkeftin û rewşa klûbê de agahiyên berfireh pêşkêşî Serokwezîr kir. Şandeya Amedsporê spasiya Mesrûr Barzanî kir ji bo piştgiriya wî ya berdewam a ji bo werzîşê û rola wî ya di avadankirina Herêma Kurdistanê de.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li serkeftinên Amedsporê kir û bal kişand ser rola werzîşê di nêzîkkirina gelan û belavkirina peyamên aştiyane de.
Mesrûr Barzanî her wiha amadehiya xwe ya ji bo her cure piştgiriya werzîşvanan dubare kir û hêviya serkeftinên mezintir ji bo Amedsporê xwest.