Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Xwendekar û Lawan, navenda gihandina serkirdeyên PDKyê ye

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Xwendekar û Lawan, navenda gihandina serkirdeyên PDKyê ye

PeyamaKurd – Îro 18ê Sibata 2026an, Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, bi boneya 73yemîn salvegera damezrandina Yekitiya Xwendekar û Lawên Demokrat a Kurdistanê, serdana Mekteba Sekreteryaya van her du rêxistinan kir.

Mesrûr Barzanî ji aliyê serkirdayetiya rêxistinê ve bi germî hat pêşwazîkirin û di gotarekê de bal kişand ser giringiya dîrokî ya van saziyan.

“Hêz û serweta mezin an PDKyê”

Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de tekez kir ku endamên van rêxistinan her dem “hêz û serweteke mezin” a PDKyê bûne. Wî diyar kir ku ev rêxistin ne tenê saziyên xwendekarî ne, lê belê wekî malbend û navendeke perwerdehiyê bûne ku tê de piraniya serkirde û rêveberên îro yên PDKyê hatine gihandin û amadekirin.

Rola di Tevgera Azadîxwaz de 

Cîgirê Serokê PDKyê bal kişand ser qonaxên dijwar ên şoreşê û got ku Yekîtiya Xwendevan û Lawan her dem di eniya pêş a parastina mafên neteweyî de cih girtiye. Wî ev rêxistin wekî dînamîka herî çalak a di nava tevgera rizgariya Kurdistanê de pênase kir.

Mesrûr Barzanî ji bo qonaxa niha jî bang li rêxistinan kir ku di pêşxistina hişyariya neteweyî û hîmên nîştimanperweriyê de di nava ciwan û xwendekaran de roleke hîn xurttir bilîzin.

Wî hêvî xwest ku ev rêxistin her wekî kaniyekê bimînin ji bo gihandina ciwanên jêhatî ku ew ê xizmeta welat bikin.