PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 18ê Sibatê li Hewlêrê pêşwazî li Berpirsê Balyozxaneya Amerîka ya Iraqê Joshua Harris û şanda pê re kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di civînê de pêwendiyên Amerîkayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, geşedanên dawî yên pêvajoya siyasî û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Her du alî li ser berjewendî û nirxên hevbeş ku Amerîka bi Iraq û Herêma Kurdistanê ve girê didi hevnêrîn bûn. Herwiha behsa warên hevkariya di navbera her du aliyan de hate kirin.
Di civînê de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, rewşa herêmê û girîngiya yekdengiya aliyên Kurdistanî ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê hatin nirxandin.