PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 25ê Sibatê li Hewlêrê Wezîrê Dewletê yê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Geza Andreas von Geyr û şanda pê re pêşwazî kir.
Li gorî ragihandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, şanda Almanyayê di civînê de tekez kir ku welatê wan girîngiyeke mezin dide aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê.
Herwiha di civînê de pêşxistina pêwendiyên Almanyayê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatinm gotûbêjkirin û rûdanên dawî yên siyasî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa giştî ya herêmê hatin nirxandin.
Şanda Almanyayê diyar kir ku aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo Almanyayê girîng e û xwesteka xwe ya ji bo berdewamiya hevkariya hevbeş a di warên cuda de anî zimên.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Almanyayê kir, ji ber alîkarî û piştevaniya ku di her warî de pêşkêşî Herêma Kurdistanê kiriye.
Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkan a bi rêyên aştiyane û tekezî li ser parastina aramî û îstiqrara herêmê kir.
Balyozê Almanyayê yê Iraqê û Konsulê Giştî yê Almanyayê yê Herêma Kurdistanê jî di civînê de amade bûn.
Gefên DAIŞê, rewşa dawî ya Sûriye, Rojavayê Kurdistanê û mijarên din ên herêmî yên ku her du alî giringiyê didinê di civînê de hatin gotûbêjkirin.