Nûnerên Kurdistanê roporeke berfireh pêskesî nûnerên Ewropayê kirin

Dîroka Weşanê :
Nûnerên Kurdistanê roporeke berfireh pêskesî nûnerên Ewropayê kirin

PeyamaKurd- Şêwirmendê Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brukselê Dr. Dîndar Zêbarî, li Beşa Xizmetguzariya Karûbarên Derve ya Ewropayê ligel Nûnera Taybet a Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji bo Mafên Mirovan Kajsa Hildur Ollongren civiya. Di civînê de Nûnerê Hikûmeta Herêmê li YEyê Dr. Dilawer Ajgeyî jî amade bû.

Kajsa Ollongren di destpêkê de pîrozbahiya birêveçûna serkeftî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li Hikûmeta Herêmê kir. Herwiha bal kişand ser hewldanên erênî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û got ku "Herêma Kurdistanê wekî yek ji navçeyên herî aram ên Iraqê ye."

Dr. Dîndar Zêbarî di civînê de raporeke berfireh derbarê pêngavên Herêma Kurdistanê yên di warê mafên mirovan, hikûmranî û asayîşê de pêşkêş kir. Zêbarî behsa rola jinan a di biryardanê de kir û got: “Rêjeya jinan di parlamentoyê de %30 ye. Zêdetirî 69 dadwerên jin li Herêmê hene. Bi sedan efserên jin di nava hêzên polîs de cih digirin. Yasayên tund ji bo rûbirûbûna tundiya nav malê hatine danîn.”

Zêbarî herwiha behsa pabendbûna Hikûmeta Herêmê bi rawestandina cezayê bidarvekirinê û hevkariya ligel tîma UNITADê kir û diyar kir ku nêzîkî nîv milyon rûpel belge li ser tawanên DAIŞê radest kirine.

Derbarê rewşa Şingalê de hat eşkerekirin ku ji ber rewşa nebaş a ewlehiyê û destêwerdana komên çekdar, hêj 102 hezar Êzdî li Herêma Kurdistanê mane û nikarin vegerin ser malên xwe.

Di beşeke din a civînê de, behsa metirsiyên ewlehiyê yên wekî êrîşên dronan, moşekan û êrîşên li ser qada Kormorê hat kirin. Zêbarî tekez kir ku aramiya Herêma Kurdistanê rasterast bandorê li asayîşa navçeyê û Ewropayê dike, bi taybetî di warê rûbirûbûna terorê, qaçaxçîtiya mirovan û madeyên hişber de.

Nûnera Taybet a Yekîtiya Ewropayê daxwaza danîna mekanîzmayeke bihêz a diyalogê di navbera Beşa Xizmetguzariya Karûbarên Derve ya Ewropayê û Hikûmeta Herêmê de kir û pêşwazî li fikra serdana Hewlêrê kir ji bo pêşxistina hevkariyan.