NY hişyarî li ser Kobaniyê da

Dîroka Weşanê :
NY hişyarî li ser Kobaniyê da

PeyamaKurd - Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî da ku her çend peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Şamê de tundûtûjî kêm kiriye jî, bi deh hezaran kes li Kobaniyê koçber bûne û xizmet hîn jî nebaş in.

Berdevka Sekreterê Giştî ya NY Stephanie Dujarric di daxuyaniyekê de doh (Sêşem, 10ê Sibata 2026) destnîşan kir ku peymana di navbera HSD û Şamê de tundûtûjî kêm kiriye, lê li ser rewşa mirovî û penaberan wiha şîrove kir:

"Tevî kêmkirina tundûtûjiyê, nêzîkî 160,000 koçberên li parêzgehên Heleb, Hesekê û Reqayê hîn jî di şert û mercên dijwar de dijîn."

Berdevka NY bal kişand ser rewşa li Kobaniyê û diyar kir ku ew hewl didin ku alîkariya mirovî bişînin, lê di vê pêvajoyê de astengiyên girîng hene.

Li Kobaniyê, pergalên av û elektrîkê hîn jî bi rêkûpêk naxebitin û pirsgirêkên cidî yên xizmetguzariyê hene." Dujarric diyar kir ku wan heta niha bi 10 karwanan ku ji 154 kamyonan pêk tên alîkarî ji Kobanî û Qamişlo re şandine û wan alîkarî gihandiye nêzîkî 190,000 kesan li van deveran.