Rêyên stratejîk ên Hesekê ji çûnûhatinê re têne vekirin

Dîroka Weşanê :
Rêyên stratejîk ên Hesekê ji çûnûhatinê re têne vekirin

PeyamaKurd- Parêzgarê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê Nûredîn Îsa ragihand ku ji îro 22yê Sibatê hemû rêyên stratejîk ên ber bi bajêr ve (wekî Şedadî, Dêrazor, Telhemîs û Holê) li ber welatiyan têne vekirin.

Ev biryar piştî bidawîhatina amadekariyên ewlehiyê hat girtin û armanca wê hêsankirina veguhestina kelûpelan û xurtkirina têkiliyên civakî yên di navbera parêzgehan de ye. Tevî vê biryarê, li Qamişloyê hîn gavên kiryarkî nehatine avêtin û tê çaverêkirin di saetên pêş de rê bên vekirin.

Plana geştên asmanî û rewşa balafirxaneyê

Herwiha parêzgar Îsa bal kişand ser destpêkirina geştên asmanî yên di navbera Hesekê û Şamê de û got ku, pisporên teknîkî diyar dikin balafirxaneya Hesekê 16 sal in nehatiye bikaranîn û ji bo nûjenkirinê hewcedariya wê bi xebateke berdewam a çend mehan heye. Ji ber vê yekê, amadekirina balafirxaneyê ji bo firîna balafiran wekî pêvajoyeke demdirêj tê nirxandin.