PeyamaKurd – Îro, 18ê Sibata 2026an, li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê, Joshua Harris kir.
Di vê hevdîtina dîplomatîk de, pêwendiyên Hewlêr, Bexda û Washingtonê û herwiha rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.
Joshua Harris diyar kir ku Amerîka rêzê li rola dîrokî ya Serok Barzanî ya di pêvajoya siyasî ya Iraqê de (ji sala 2003yan heta îro) digire.
Harris tekez kir ku welatê wî dixwaze hevkariyeke stratejîk bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hebe. Wî destnîşan kir ku divê Iraq di biryarên xwe de serbixwe be û berjewendiyên xwe yên neteweyî bixe ser her tiştî da ku Washington bikaribe têkiliyên xwe hîn bêtir bi pêş bixe.
Serok Barzanî di civînê de daxwazên Herêma Kurdistanê bi zelalî anîn zimên. Serok Barzanî destnîşan kir ku bingeha pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê divê li ser "Hevbeşî, Hevsengî û Lihevhatinê" be. Wî daxwaz kir ku:
Di beşeke din a hevdîtinê de, her du alî ser krîza li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û pêşhatên herî dawî axivîn. Herwiha, mijara amadekariyên ji bo hilbijartinên Herêma Kurdistanê û yekrêziya navxweyî ya aliyên Kurdî jî di rojevê de bûn.