Serok Barzanî bi siyasetmedarê Iraqê re qonaxa pistî hilbijartinan gotûbêj kir

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî bi siyasetmedarê Iraqê re qonaxa pistî hilbijartinan gotûbêj kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro 10ê Kanûnê pêşwazî li Serokê Partiya Hel (Çareserî) ya Iraqî Cemal Kerbûlî kir û di hevdîtinê de hevahengiya navbera aliyên siyasî hate gotûbêj kirin.

Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî hatin nirxandin ku mijara sereke gotûbêjkirina qonaxa piştî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê bû.

Herwiha her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevahengî û karê hevbeş ê di navbera aliyên siyasî de ji bo vê qonaxê kir.