PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 11emîn salvegera têkşikandina terorîstên DAIŞê li bajarê Kobanê peyamek belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de ya li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê, silavên xwe arasteyî Şervan û Pêşmergeyan kir ku bajar parastin.
Serok Barzanî destnîşan kir ku berxwedana li Kobanê bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî veguherî serkeftineke mezin di dîroka gelê Kurd de.
Barzanî di peyama xwe de tekez kir ku ev serkeftin ne tenê ya bajarekî bû, lê belê "serkeftina tevahiya gelê Kurdistanê û serkeftina mirovahiyê bû li ser teror û tarîtiyê."