Serok Barzanî pêswazî li Konsulê nû yê Macaristanê kir

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî pêswazî li Konsulê nû yê Macaristanê kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro 10ê Kanûnê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Macaristanê yê Herêma Kurdistanê Gergo Tivadar Takacs kir.

Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Macaristanê kêfxweşiya xwe bi dîtina Serok Barzanî anî ziman û got, ji ber ku teza xwe ya masterê li ser Kurdistanê nivîsandiye, agahiyên wî yên baş derbarê dîrok, çand û siyaseta niha û ya borî ya Kurd û Kurdistanê de hene.

Dîplomatê Macarî spasiya rol û helwestên Serok Barzanî yên ji bo parastina aştî û aramiya navçeyê kir û pîrozbahiya serkeftina proseya hilbijartinan û serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li wî kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, pêngavên aliyên siyasî yên Iraqê yên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya federal, proseya siyasî ya li Herêma Kurdistanê û mijara pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.