PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê Emar Hekîm re civiya û herdu aliyan hêvî kir ku, encamên hilbijartinan xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê û pêkhateyên wê bikin.
Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Mijdarê li bajarê Dihokê di çarçoveya Korbenda Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS) de bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Neteweyî ya Iraqê Emar Hekîm re civiya.
Baregeha Barzanî ragihand: “Herdu aliyan di civînê de kêfxweşiya xwe ji bo serkeftina hilbijartinên Parlementoya Iraqê diyar kir û hêvî kir ku encamên hilbijartinan xizmeta berjewendiyên gelê Iraqê û pêkhateyên wê bikin.”