PeyamaKurd – Li bajarê Qersê ambûlansa ku nexweş biribû bajarê Qersê, dema ji Qersê vedigeriya Agiriyê, bi otomobîlekî re li hev ket û di encamê de 3 ji wan xebatkarên tenduristiyê 4 kes birîndar bûn.
Ajotvanê otomobîlê N.N.K. ajotvanê ambûlansê H.C.A. û 2 xebatkarên tenduristiyê yên ambûlansê A.A. (27) û G.K. (26) birîndar bûn.
Birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Harakaniyê û navenda lêkolînê ya zankoya Kafkasyayê ya Qersê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.