Amerîka berdewam e li ser razîkirina Bexdayê bo Herêma Kurdistanê

Amerîka berdewam e li ser razîkirina Bexdayê bo Herêma Kurdistanê

PeyamaKurd – Endamê Kongresê yê Komarî Joe Wilson got ku hikûmeta Iraqê "di bin bandora Tehranê de ye" û rexne li birîna mûçeyên Herêma Kurdistanê girt.

Wîlson got: “Ez Herêma Kurdistanê wek nimûneyeke serkeftina aborî û siyasî dibînim, lewma ez pir bi wê baweriyê me ku hemû hewlên xwe bo razîkirina hikûmeta Bexdayê ku di bin bandora nerewa ya Tehranê de ye, bê kirin.

Wîlson bal kişand ku herdu kurên wî li Iraqê wezîfedar bûne û wiha got: "Ez di wê baweriyê de me ku Serok Trump wê vê hewldanê bi rê ve bibe û şiyana Îranê ya destwerdana di rêvebirina gelê Iraqê de sînordar bike."

Têkildarî Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Wîlson got, "Bi rastî jî hurmeta min ji Marco Rubio re heye. Ew dizane ku tê çewisandin tê çi wateyê."

Ev nivîs 74 car hatiye xwendin.