Balafirên Tirk cardin Bendava Tişrînê û Kobanî bombebaran kir
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku balafirên şer ên Tirkiyeyê îro 5ê Sibatê careke din derdora Bendava Tişrînê û gundewarê Kobaniyê bombebaran kir ku êrîşan ziyanên madî bi xwe re anîn.
Li gorî zanyariyên xwecihî, îro Çarşemê balafirên şer ên Tirkiyê derdora Bendava Tişrînê û hejmarek xal li gundên nêzîkî bendavê bombebaran kirin û di encamê de ziyanên madî çêbûn.
Dîsa balafirên Tirkiyê xalek li gundê Zor Mixarê li rojavayê Kobaniyê bombebaran kir û ziyanên madî hatin tomarkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, êrîşên komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve û artêşa Tirk ji 8ê Kanûna 2024an ango piştî hilweşandina rejîma Esed ve êrîşên xwe li ser Bendava Tişrînê û derdora Kobaniyê berdewam dikin. Heta niha di êrîşan de nêzî 50 welatiyên sivîl jî can dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.