PeyamaKurd - Serokê Kilîseya Kildanî li Iraq û cîhanê serdana pîroziyê li Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û giringiya pêkvejiyan û lêborînê li herêma Kurdistanê anî ziman.
Patrîkê Kardînal Luys Rafaêl Sako, Serokê Kenîseya Kildanî li Iraq û cîhanê pîrozbahî li destbikarbûna Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest.
Di civîna ligel Serokê herêma Kurdistan, Patrîkê Kardînal Luys Rafaêl Sako û şand a pê re, ku ji Esqofyên kenîse û Nûnerên Ebreşyên Kildanên Iraq û cîhanê pêkhatibû, ronahî xistin ser rewşa Kildaniyan bi taybet û Kristyanan bi giştî, li Iraq û herêma Kurdistanê, navçe û cîhanê. Her di wê civînê de, Serokê herêma Kurdistanê û şand a Kenîseya Kildanî li Iraq û cîhanê, ku bi mebesta civîna xwe ya salan e li Hewlêrê ne, tekezî li giringiya pêkvejiyan û lêborîn li herêma Kurdistanê û Iraqê û dabînkirin û parastina mafên tevayiya pêkhateyên olî û neteweyî kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin