Besê Hozat pistgirî da peyama Serok Barzanî

Besê Hozat pistgirî da peyama Serok Barzanî

PeyamaKurd - Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat piştevaniya xwe bo peyama Serok Barzanî ku gotibû “Em dê careke din destûrê nedin xwîna Kurdan bi destê Kurdan bê rijandin” nîşan da û got: “Ev yek baş e, lê belê divê di pratîkê de pêk were. Kes naxwaze di nava Kurdan de komkujî pêk were, şerê birakujiyê rû bide. Gelê Kurd vê qebûl nake.”

Hevseroka KCKê Besê Hozat derbarê mijarên rojevê weke qeyûmên li şûna şaredarên bajarên Kurdan hatine danîn, yekîtiya Kurdan û geşêdanên li Rojavayê Kurdistanê de ji ajanseke nêzîkî PKKê re axivî.

‘DÛRXISTINA ŞAREDARİYÊN BAJARÊN AMED, MÊRDÎN Û WANÊ BIRYAREKE SIYASÎ YE’

Besê Hozat dûrxistina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê wek biryareke siyasî bi nav kir û got: "Pêwendiya vê biryarê bi mesleya Kurd heye. Ji bo tinekirina Kurdan siyasetê dikin, hewl didin ku nasname û hebûna Kurdan neyên qebûlkirin. Rewşa awarte dê li Kurdistanê neqede."

 ‘KURD DIXWAZIN DI NAVA SÎSTEMEKE XWESER DE BIJÎN’

Hozat tekez kir ku li Tirkiyê ji bo çareseriyeke demokratîk divê mafê gelê Kurd bê dayîn û nasnameya Kurdan bê naskirin û wiha pê de çû:

“ Kurd dixwazin di nava sîstemeke xweser de bi rengekî azad û demokratîk bijîn. AKP-MHP timî dibêjin 'PKK dixwaze Tirkiyeyê parçe bike, dewletê ava bike. Li Sûriyeyê dixwaze dewletê ava bike'. Ev hemû derew in, demagojî ne. Ew jî baş zanin ku paradîgmaya me guhertiye. Em dixwazin pirsgirêka Kurd di nava sînorên dewletê de bi statuyeke demokratîk çareser bikin."

‘PEYAMA BARZANÎ ERÊNÎ BÛ’

Derbarê yekîtiya gelê Kurd de jî Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê diyar anî ziman ku ew şerê birakujiyê ti carî qebûl nakin û peyama Serok Mesûd Barzanî erenî bû.

Hozat peyama Serok Barzanî bibîr anî got: “Ev yek baş e, lê belê divê di pratîkê de pêk were. Kes naxwaze di nava Kurdan de komkujî pêk were, şerê birakujiyê rû bide. Gelê Kurd vê qebûl nake. Axaftina vê mijarê jî şerm e. Heqaret e ji bo Kurdan, şerm e. Me birakujî timî weke şermekê weke sûc dît û timî red kir.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Hozat diyar kir ku ew destketiyên li Başûrê Kurdistanê gelekî girîng dibînin û ji bo Başûr xurt bibe, ji bo bibe xwedî jiyaneke demokratîk ew amade ne bi her rengî alîkariyê bikin û got:

“Li Rojava û Bakur destketî hene. Ji bo Kurd di sedsala 21ê de bibin xwedî statu, divê siyaseta qirkirinê ya dewletên ku 100 sal in polîtîkaya qirkirinê dimeşînin red bikin. Pêwîst e sekneke hevpar nîşan bidin. Divê polîtîkayeke neteweyî û hevpar bê meşandin. Tiştên ku zirarê didin Kurdan divê bên terikandin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin