Bi piştevaniya Hevpeymaniyê operasyon: Berpirsekî DAIŞê hate girtin

PeyamaKurd- Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) a bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ragihand ku 3yê Tebaxê Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên Hêzên Sûriya Demokratîk, bi piştevaniya Koalîsyona Navneteweyî li bajarê Hesekê berpirsekî DAIŞê girtiye.
Di daxuyniyê de hate gotin, 3yê Tebaxê Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên Hêzên Sûriya Demokratîk, bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî li Hesekê operasyoneke ewlehiyê li dijî serkirdeyên DAIŞê li dar xist.
Operasyonê berpirsekî DAIŞê armanc kir ku ew berpirsiyarê beşa lêkolîn û îstîxbaratê ya şaneyên veşartî bû. Ev beş bi armanca pêkanîna êrîşên terorîstî hedef peyda dikir û agahî kom dikirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ev operasyon nîşaneya hewldanên domdar ên Hêzên Sûriya Demokratîk e, bi armanca şopandin û têkbirina şaneyên terorîstî û parastina herêm û civakê ji van metirsiyan.
Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.




