Di navbera Tirkiye, Qatar û Sûriyê de peyamana bi 4 milyar dolarî hat îmzakirin

PeyamaKurd – Nûnerê DYAyê û hem balyozê DYAyê yê Ankara Tom Barrack hûrahiya peymana rehabilitasyona balafirgeha navdewletî ya Şamê û avakirina tesîsên tê de parvekir.
Barrack got ku ji Tirkiyê şîrketa Kalyon û Cengiz Holding û ji Qatarê UCC weka konsorsiyûm di îhala balafirgehê de cîh girtine. Barrack ragihand ku wê wê aşitî û refaha Sûriyê bi hevkarên herêmê re bikeve şiklekî.
Piştî Barrack tevî merasima îmzakirina peymana balafirgeha Şamê bû di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand:
“Ji bo dahatûya Sûriyekî murefeh û aştiyane, îhala Balafirgeha Navdewletî ya Şamê ji Qatarê UCC û ji Tirkiyê jî îhale ketiye destê grûbên Cengiz û Kalyonê yên hevparên herêmê.
Ez kêfxweşim ku piştî givaşên ser Sûriyê rabûn, ez tevlî merasima îmzayê ya Şamê bûm. Rêya ku Sûriye tê de xwe bide hev, divê ji avakirina bingeha ewlehiyê û îstîqrarê destpêbike. Paşî sîstema hukumetê, paşî hewl dan û refah divê hebe.”
Esas di nav hevkaran de şîrketa DYAyê jî heye ku wê balafirgehê çêbike. Wê balafirgeh ast bi ast çêbibe û di nav 8 salan de kapasîta balafirgehê dê bigihê 31 milyon rêwiyan.
Di meha Gulan a borî de jî di navbera wezareta enerjiyê ya Sûriyê û ji Tirkiyê Kalyon Holding û Cengiz Holding, ji Qatarê Katarê UCC û ji DYAyê şîrketa Power International bi miqdarê 7 milyar dolarî peymana stratejîk ya hevkariyê îmza kiribûn.
Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.




