Li Georgia DYAyê bi çekan êrîşê baregeha leşkerî kirin

PeyamaKurd – Li eyaleta Georgia ya DYAyê bi çekan êrîşê baregeha leşkerî ya Fort Stewar kirin. Di bûyerê de êrîşkerekî hat girtin û li 5 leşkeran xistine lê nayê zanî ew leşker kuştîne an birîndarin.
Baregeha leşkerî li ser bûyerê ji bo çûn û hatê qismî hat girtin lê tê gotin ku ziyana canî heye. Baregeha Fort Stewart di ser hesabê xwe yê fermî yê Facebookê daxwuyaniya nivîskî da û got ku hêzên asayîşê li ciyê bûyerêne û di êrîşê de ziyana canî heye.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku xebatkarên nêzî ciyê bûyerê bila ji ciyên xwe veneqetin, temamê derî û pencereyan girtî bihêlin.
Bûyer, bi temamî zelal nebûye, çend kes kuştî an birîndarin nehat ragihandin û êrîşker kî ne û bi çi armancê êrîşê baregeha leşkerî kirine nayê zanîn.
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.




