Li bajarê Orduyê di qezayê de 16 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Ordu ya Tirkiyê li ser rêya Ünye-Çambaşıyê li gundê Aydıntepe minibusa ku serwîsa xebatkaran dikin û otomobîlekî li hev ketin û di encamê de 16 kes birîndar bûn.
Li ser qezayê tîmên tenduristiyê, cendirme û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê. Di qezayê de her 2 ajotvan û kesên di erebeyan de bûn Süleyman Buğra Özyurt, Yasemin Deniz, Serpil Genç, Davut Moral, Şule Yılmaz, Nihal Çakır, Kadir Öz, Furkan Keskin, Sema Sarıoğlu, Fatma Gelen, Asiye Altun, Yasemin Aydın, Elmas Nazlı û Sinem Sarıoğlu birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxana dewletê ya navça Ünye. Hat gotin ku rewşa 8 birîndaran baş nîne û canê wan di talûkê de ye.
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.




