Ji Amerîka hişyarî: Neçin Îranê

Ji Amerîka hişyarî: Neçin Îranê

PeyamaKurd- Ofîsa Serokatiya Amerîkayê hişyarî da welatiyên Amerîkî yên du nasnameyî ku nasnameyên wan ên Îranê jî hene.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku kesên xwe nasnameyên Amerîka û Îranê divê baldar bin û serdana Îranê nekin.

Herwiha hişyariyeke cidî bo welatiyan hate dayîn ku ti welatiyekî xwedî nasnameya Amerîkî serdana Îranê neke.

Hate diyarkirin ku metirsiyeke cidî heye ku rejîma Îranê wan kesên du nasnameyî bigre yan jî bêserûşûn bike.

Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.