Trump baca gumrikê ya ser Hindistanê ji sedî 50 zêde kir

Trump baca gumrikê ya ser Hindistanê ji sedî 50 zêde kir

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump, baca gumrikê ya li ser berhemên ji Hindistanê tên hawirdekirin ji %25an derxist %50î.

Dîsa baca gumrikê ya %50î ya ji bo Brezîlyayê hatibû diyarkirin jî îro kete meriyetê. Ev baca nû ya li ser Hindistanê dê di 27ê Tebaxê de dest pê bike.

KoşkaSpî diyar kir ku ev baca zêdekirî ji ber hawirdekirina neftê ya ji Rûsyayê ye û got, “Heke Hindistan hawirdeya xwe ya neftê ji Rûsyayê bidomîne, dibe ku Trump cezayên nû jî bide wan.”

Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.