Li Amedê xortê 15 salî mêrê meta xwe kuşt

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê xortekî 15 salî mêrê meta xwe û hem ku cerdevanê berê bû yê bi navê Yüksel Bayrak, di orta kuçê de, bi demançê li serê wî xist û ew kuşt.
Hat ragihandin ku kuştin 5 roj ketiye berya îdîanama dozger ya di derbarê şebeka maddeyên hişbir de ku bihata qebûl kirin. Her çiqas gumanbar gotiye ku ‘Bayrak ji meta min re gelek xerab tevdigeriya, lewra ew kuştiye’ jî, hêzên ewlehiyê li ser wê baweriyê ne ku dibe bûyer organîze be.
Kuştin, tenê 5 roj berya ku Yüksel Bayrak şadeyiya doza maddeyên hişbir ya ku tê de 24 gumanbar hene bikira, hat kirin. Ji qebûla îdanameyê re tenê 5 roj mabû.
Dema bûyer qewimî Yüksel bi jin û birazî an xwarziyên xwe re ji mêvandariya mirovên xwe dadgeriya malê û ket kemînê. Jin a Yüksel Bayrak xwestiye ku nehêlê zilamê wê bê kuştin lê hew karibiye. Di derba ewilî de demançe dernexistiye lê di cara duyê de bi derbekî li nav serê Yüksel dixe û ew dikuje.
Kujer, ji ciyê bûyerê direve lê hêzên asayîşê di wextekî kin de ew digrin. Dîmenên bûyerê tenê 15 saniye ketiye ser kamerayan û kuştin tê de xwuya dike.
Li gor ragihandina Burak Emek ku di Ekol TV de ragihandiye, xortê 15 salî di berevaniya xwe ya asayîşê de gotiye ku ji ber ‘Yüksel bi meta min re xerab tevdigere’ ew kuştiye.
Hêzên ewlehiyê 10 kesan girt ku di nav wan de ew kes hene ku bûyerê dane kirin. Yekîneyên ewlehiyê şebeka li pey kuştinê weka şematîk rêz dikin. Gumanbar wê di 31ê Cotmehê de derên hemberê dadger.
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.




