Trump: Îranê sasiyeke gelekî mezir kir

Trump: Îranê sasiyeke gelekî mezir kir

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, Îranê bi xistina firokeya bêmirov a Amerîkayê şaşiyeke mezin kiriye.

Donald Trump got, Îranê şaşiyeke gelek mezin kiriye, ew jî weke amaje bi xistina firokeyeke bêmirov a Amerîkayê li esmanê Kendava Hurmuzê.

Supaya Pasdaran a Îranê bi êrîşekê firokeyeke bêmirov a kefşê ya Amerîkayê li sînorê esmanî yê Kendava Hurmuzê anîbû xwarê.

Fermandarê Giştî yê Sûpaya Pasdarên Îranê Huseyîn Selamî li ser xistina firokeya bêmirov a Amerîkayê li Kendava Hurmuzê gotibû, ev li dijî dijminên welatê wan peyameke zelal e û diyar kiribû, “Sînor xeta me ya sor in. Yê ku wan dabezîne dê venegere û tune bibe.”

Îranê gef li Amerîkayê xwar: Xistina firokeya bêmirov peyameke zelal e

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin