"Em li ser Kerkûkê bêtawîz in"

"Em li ser Kerkûkê bêtawîz in"

PeyamaKurd - Berpirsê Desteya Rêvebir a Polîtbîroya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (Mele Bextiyar) ragihand ku li ser bidawîkirina hukmê serbazî û normalkirina rewşa Kerkûkê bêtawîz in.

Nivîsgeha Berpirsê Desteya Rêvebir a Polîtbîroya YNK di daxuyaniyekê de, ragihand ku Mele Bextiyar di civînekê de li gel sekretariyet û berpirsên komisyonên civatên navendî yên YNK ragihandiye ku YNK û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) siyaseteke sengîn û berpirsane beramberî rewşa niha ya Kerkûkê û danûstendinên li gel aliyan ji bo pêkanîna Hikûmeta bê ya Iraqê birêve dibin.

Eşkere jî kir ku YNK li gel PDK, wê bi yek bernamê biçin Bexdayê û danûstandinan bikin.

Li gorî wê daxuyaniyê, heya niha ti rêkeftin di navbera herdu aliyan de çênebûye, lê YNK li ser bidawîkirina hukmê serbazî û bicîkirina hukmê medenî û şandina hêzên hevbeş û normalkirina rewşa Kerkûkê tund e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin