Çavkaniyên herêmê: Hêzên Şamê hewl didin Kobanê dorpêç bikin

Dîroka Weşanê :
Çavkaniyên herêmê: Hêzên Şamê hewl didin Kobanê dorpêç bikin

PeyamaKurd- Çavkaniyên Rojavayê Kurdistanê radigihînin ku şer û pevçûn li derdora bajarê Kobaniyê berdewam dike û komên çekdarên girêdayî hikûmeta Şamê hewl didin bajar dorpêç bikin.

Li gorî zanyariyan çekdarên hikumeta demkî ya Sûriyeyê hewl didin bajarê Kobanê yê dorpêç bikin û niha li rojavayê bajarê Eyn Îsayê bi çekên giran û sivik pevçûnên dijwar diqewimin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku şervanên HSD û YPJê bersiva êrîşan didin, da ku ber bi Kobanê ve bi pêş nekevin û dorpêçê ferz nekin.

Çavkanî diyar dikin ku di encama şer û pevçûnan de ji her du aliyan qurbanî hene û li eniyên şer rewşeke awarte ya dijwar heye.