Kovara Amerîkî Foreign Policy, bi sernivîsa “ Vemirandina hêvîyên Kurdan wê ji Erdogan re aştîyê neyne “ di derbarê Erdogan û rewşa Kurdan de gotarek balkêş weşand.
Foreign Policy, di gotara xwe de tîne zimên ku heta berî çend mehan jî Kurdên Rojhilata Navîn pir bi hêvî bûn, ji pênasîna navnetewî bextewar bûn, di hişmendîya wan de ronahîyek mezin a polîtîk geş bûbû. Sedema herî girîng a vê pêbawerîyê serkeftina Kurdên Sûrîyê bû û berdewam dike: “ Serkeftina Kurdên Sûrîyê piştî serkeftina Kurdên Başûr bi bîst salan hat. Lê di nava hefteyekê de temamê xeyalên Kurdên Sûrîyê serûbin bûn. Donald Trump ê ku artêşa xwe jî agahdar nekiribû, rê ji Erdogan re vekir ku têkeve Sûrîyê. Piştre Şamê ragihand ku ewê têkeve Rojavayê Kurdistanê (Bakurê Sûrîyê). Belkî jî ev gava ku wê di navbera Şam û Enqerê de bibe sedema parçekirina xaka Kurdan xeyala otonomîya Kurdan jî vemirand, bi kêmasî ji bo îro.“
Foreign Policy, di dewama gotara xwe de dibêje: “Trump û Erdogan raserî bertekên xurt hatin. Helwesta Trump hem li Waşîngtonê hem li seranserê cîhanê hat şermezarkirin. Di dema şerê kendavê de jî gava leşkirên Iraqê Kurd xistibûn tengasîyê sempatî û balkêşîyek mezin ji Kurdan re çêbûbû. Lê ji1990î cudatir sosyal medya îrogav bi gav qetlîamên ku li dijî Kurdan tên kirin diweşîne. Trump û Erdogan texmîna bertekên ewqasî xurt nedikirin. Trump bi livekê salên ku di ber têkbirina ÎŞÎDê de hatibûn qurbankirin, telef kir. Armanca Trump ew bû ku qencîyekê pêşniyazî Erdogan bike. Lê di eslê xwe deîskanek jehr pêşkêşî wî kir. Di dema şerê Qibrisê de jî Amerîkayê ambargoyek mezin danîbû ser Tirkîyê. Lê dibe ku a niha bi bandortir be, ji ber aborîya Tirkîyê bi dinyayê re zêdetir entegre bûye.“
Foreign Policy, mijarê tîne ser Erdogan jî û dibê: “ Dibe ku Erdogan piştî vê êrîşê xwe wek zanyar bibîne. Ji ber Kurd ne tê de, lê piranîya civaka Tirkîyê piştgirîyê didin Erdogan û dagîrkirinê. Erdogan kare biştî ambargoyan jî gavê bi paşde navêje. Erdogan kare sê milyon penaberên Sûrîyê bişîne Rojava. Hetta kare li Qibrisê jî lîztikên nû bilîze. Erdogan belkî di şerê bi Ewrûpîyan re sax nemîne, lê xisara ku bîne holê belkî bi salan neyê telafîkirin.“
Foreign Policy, behsa rewşa Kurdan û bandora Rojava dike û li ser Kurdên Bakur jî dibê: “ Berê jî xiyanet li Kurdan hatibû kirin. Lê serkeftin û destkeftîyên Kurdên Sûrîyê li seranserê herêmê hêvî geş kiribûn. Piştî Kurdên Sûrîyê, di vê pêvajoyê de piştî Kurdên ku herî zêde bandor li wan bibe Kurdên Tirkîyê ne. Di hilbijartinên dawî de HDP gelek şaredarî bi dest xist. Deng û rayên Kurdan hişt ku bajarekî wek Stenbolê ji dest Erdogan derkeve. LÊ şaredarê Stenbolê Îmamoglu jî terka Kurdan kir û ker bin ala Erdogan. Bêguman e ku Kurd pir jar ketin, lê hişkî û ezezîya Erdogan wî bi xwe jî jar dike, ji ber hesabên şaş ji hevpeymanên xwe dûr dikeve. Çawa ku Kurd ji Saddam Hisên nefret dikin, herweha ji Erdogan jî nefret dikin.“
Foreign Policy, di dawîyê de mijarê tîne ser Kurdên Başûr, behsa pirsgirêkên wan jî dike û dibê: “ Dibe ku Kurdên Başûr li beramber hinek pirsgirêkan bimînin, ji ber ku di warê aborî de girêdayî Tirkîyê ne. Ew jî raserî gelek qetlîaman hatin, lê li ser lingan man û dijîn. Lê Kurdên Başûr jî çawa ku nefret ji Saddam dikirin dibe ku ji Erdogan jî bikin. Wê dagîrkirina Tirkîyê nikaribe hişyarîya Kurdan a ku di dawîya sedsala çûyî de destpê kiribû, rawestîne. Berê jî me gotibû, damezirandina dewletekê demek dirêj distîne. Têkçûyîn jî wek serkeftinan zîndebûnê bi xwe re tîne. Tu sebeb tuneye ku em bêjin fikra dewletek Kurdî çilmisî ye û têk çûye. “
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin