PeyamaKurd- Li welatê Norweçê, nêzî payîtext Oslo’yê, sala borî, kesê bi navê Philip Manshaus êrîşê biribû ser mizgeftê û di encama darizandina wî de li gor qanûna Norweçê cezayê herî zêde ku 21 salw danê. Philip Manshaus piştî xuşka xwe li Banliyo ya Barumê kuştibû, êrîşê biribû ser Mizgefta El-Nûr Îslamê, bi sîlihan lê dabû û kesê ku xwestibû li pêşiya wî bibe asteng birîndar kiribû.
Dozger Johan Oeverberg di dadgehê de gotibû ku ji kiryarên xwe poşman nîne û dadgeh gihabû wê baweriyê ku ew kesekî talûkeye û xwestibû ku cezayê herî zêde bidinê.
Li gor qanûnên dewleta Norweçê ev ceza cezayê herî zêde ye û cezayê 21 salî danê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin